PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê, 278 kesên din bi nexweşiya Koronayê ketin û 14 kesan jî ji ber wê can dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê do ji ser hesabê xwe yê Facebookê diyar kir, di heyama 24 saetên dawîn de, 278 pêketiyên nû hatine tomarkirin û 14 kes jî bi Koronayê can dane û 327 kes jî baş bûne.
Heta niha li seranserî Herêma Kurdistanê 377 hezar û 146 kes bi Koronayê ketine û 365 hezar û 398 pêketî baş bûne û 4 hezar û 808 pêketî jî niha di jêr tedawiyê de ne û 6 hezar û 940 kes bi Koronayê can dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin