Hikûmeta Iraqê daxwaza 6 milyar dolar deynê “bilez” ji IMF kir

Hikûmeta Iraqê daxwaza 6 milyar dolar deynê “bilez” ji IMF kir

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê, daxwaza 6 milyar dolar deynê “bilez” ji Sindoqa Navdewletî ya Diravê (IMF) kir.

Li gor IMF îro bi daxuyaniyekê diyar kir, Hikûmeta Iraqê daxwaza 6 milyar dolar deynê bilez kiriye.

IMF herwiha daye zanîn, ew niha li ser vê daxwazê bi rayedarên Hikûmeta Iraqê re gotûbêj dikin.

Wezîrê Darayî yê Iraqê Elî Ellawî jî beriya niha gotibû; wan daxwaza 6 milyar dolar deynê bilez ji IMF kirine.

Herwiha Elî Ellawî diyar kiribû, di çarçoveya bernameyeke din de, daxwaza 4 milyar dolar deynê din ji IMF kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin