Serokê Hêzên Hevbes ên Amerîkî bi vîrusa Korona ket

Serokê Hêzên Hevbes ên Amerîkî bi vîrusa Korona ket

PeyamaKurd Serokê Hêzên Hevbeş ên Amerîkî Mark Milley, bi vîrusa Korona ket.

Li gor ajansa nûçeyan a Reutersê diyar kir, testa Milley a roja Yekşemê pozîtîf derketiye û ew bi semptomên sivik li malê dixebite.

Milley û Serok Joe Biden herî dawî, di 12ê Rêbendanê de li merasîma binaxkirina General Raymond Ediorn ketibûn temasê.

General Milley eşkere kir, wî derziya xurtker jî di nav de, derziyên vîrusa Korona li xwe dane.

Reutersê destnîşan kir, testên vîrusa Korona yên generalên din, ji xêncî ya yekî, negatîf derketine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin