PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 18ê Hezîranê Şaredarê navçeya Westan (Gevaş) a Wanê Murat Sezer dema serdana kargehekê dike, rastî êrîşeke bi kêran hatiye û birîndar bûye.
Li gorî zanyariyan di encama êrîşê de Sezer û pasevanê wî bi sivikî birîndar bûne, lê ajokarê wî Unal Çelebî ku hatiye kêrkirin rewşa tenduristiya wî giran e.
Piştî êrîşê kesê êrîşkar bi navê T.S hatiye binçavkirin û Çelebî jî bo nexweşxaneya Dewletê ya Gevaşê hatiye veguhestin.
Tê gotin, sedema êrîşê ew e ku kesê êrîşkar nekariye karê xwe bi şaredariyê bide kirin û ji ber wê jî êrîşî wan kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin