PeyamaKurd - Derengê şeva borî, bi du droneyên bombekirî êrîşî Balafirxaneya Bexdayê kirin.
Li gor Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê diyar kir, derengê şeva borî, Fermandariya Operasyonên Bexdayê, du droneyên bombekirî li asmanê leşkergeha Reşîd li başûrê Bexdayê teqandin ku ji bo armanckirina Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê hatibûn arastekirin.
Di çend rojên borî de, çendîn car in bi rêya droneyên bombekirî êrîş li ser Balafirxaneya Bexdayê hatine kirin. Her du mîlîşyayên Ketayib Hizbullaha Iraqê û Asayib Ehil El-Heq jî eşkere radigihînin, heta Amerîka ji Iraqê venekişe, ew ê di van êrîşan de berdewam bin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin