Guardian: “Dê vîrus bigihê %80 xelkê Brîtanyayê”

Guardian: “Dê vîrus bigihê %80 xelkê Brîtanyayê”

PeyamaKurd- Rojnama The Guardianê dibêje ku ew xwe gihandine belgeyeka dewletê ku tê de aşkera dike û dibêje wê koronavîrus bigihê ji %80 xelkê Brîtanyayê û di encamê de wê herî kêm 500 hezar kes bimrin. Rojname dibêje Brîtanya ji welatên Ewrûpayê cuda, qet xwe ji koronavîrusê naparêze.

Guardian dibêje ku ew xwe gihandiye dosyayeka ku ji aliyê PHE (Unîte ya Saxlemiya Giştî)yê de hatiye amadekirin ku dosyayê bo agahdarkirina rêvebiriya Sîstema Saxlemî ya Netewî (NHS) bi dizî amade kiriye. Dosya baweriya Wezareta Saxlemiyê ya Brîtanyayê tîne ziman. Li gor dosyayê; dibe ku belavbûna vîrusê 12 meh dewam bike. Nexweşxaneyên NHSê ji niha de qelebalix bûne û wê îdara wan gelek zahmet be.

Li gor rêjeyên di dosyayê de; eger weha dewam bike, wê li dora 7.9 mîlyon kesî di nexweşxaneyan de razînin ku ev jî dike %15 ê wan. Belge ya ku hatiye amadekirin, bo temamê rêvebirên nexweşxaneyan hatiye şandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin