Pentagon: Serkirdeyekî DAISê bi êrîsa dronê hat kustin

Pentagon: Serkirdeyekî DAISê bi êrîsa dronê hat kustin

PeyamaKurd - Wezareta Berevanîya Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku li Efrînê di encama êrîşeke asmanî de serkirdeyekî DAIŞê hatiye kuştin.

Berdevkê Fermandarê Fermandariya Wezareta Berevanîya Amerîkayê ji ajansa AFPê re da xuyakirin, Serkirdeyê DAIŞê Mahîr el-Agal ku bi navê Ebû Bera tê nasîn, li Sûriyê bi êrîşeke dronê hat kuştin.

Hat gotin ku Serkirdeyê DAIŞê li nêzîkî navçeya Cindirêsê di dema ajotina motorsîkletê de bi rêya dronê, êrîşî wî hatiye kirin û hatiye kuştin.

Li aliyê din rayedarên Amerîkî ji Reutersê re dane xuyakirin ku serkirdeyê DAIŞê yê bi navê Mahîr el-Agal yek ji 4 serkirdeyên DAIŞê bûye.

Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) jî daye zanîn ku li gorî lêkolînên destpêkê, di encama wê êrîşê de ti ziyaneke sivîl çênebûye.

CENTCOMê diyar kiriye ku el-Agal berpirsê pêşxistina torên rêxistina terorîst ên li derveyî Iraqê û Sûriyê bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin