Li Mûsê 3 hevsaredarên HDPyê ji kar hatin dûrxistin

Li Mûsê 3 hevsaredarên HDPyê ji kar hatin dûrxistin

PeyamaKurd – Hevşaredarên HDPyî yên Gimgim, Kop û Esentepeya Mûşê ji aliyê Wezareta Navxwe ve ji kar hatin dûrxistin.

Hevşaredarên Gimgimê Ulku Karaaslan û Mahmut Yalçin û hevşaredarên Kopê Eylem Saruca û Adanan Topçu û Hevşaredarê bajarokê Esentepeya Mûşa  Bakurê Kurdistanê Dilaver Keskin ku duh hatibûn desteserkirin, îro ji aliyê Wezareta Navxwe ve ji kar hatin dûrxistin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê amaje dike ku hevşaredaran propagandaya rêxistinê kirine.

Wê wezaretê herwiha şaredarê CHPyî yê Urlayê Ibrahim Burak Oguz jî bi hinceta ‘endambûna rêxistina FETOyê’ ji kar dûr xist.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin