Zêdetirê 4.500 seferên balfiran bi sedema Omicronê betal kirin

Zêdetirê 4.500 seferên balfiran bi sedema Omicronê betal kirin

PeyamaKurd – Bi sedema balavbûna varyanta nû ya Coronavîrusê Omicronê li seranserê dinyayê zêdetirê 4.500 seferên balafiran hatin betalkirin. Gelek şîrketên rêyên hewayî ragihandin ku bi sedema kembûna xebatkaran jimara seferên balafiran kêm kirine.

Şîrketa bi navê FlightAware ê ku rêjeyên balafiran digre, di malpera xwe ya elektronîk de ragihand ku ber destê cejna sersalê 2.175 sefer batal bûne û di 11 hezar seferan de jî wê sefer bi derneği bên kirin. Wê roja yekşemê jî 600 sefer nên kirin.

Şîrketên hewayî yên Lufthansa, Delta û United Airlinesê ragihandin ku gelek pîlot, xebatkarên seferên hewayî û xebatkarên din ketine karantînayê. Hatibû plankirin ku bi 402 seferan re di roja Noelê de sefer bên kirin lê di ser de 1.779 seferên din jî hatine betalkirin.

Sefer herî zêde bandorê li Çînê kirin. Şîrketên China Eastern 474, Air China 188, United Airlines 177, Air India 160 û Delta ragihand ku wê 150 seferan nikaribin bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin