PeyamaKurd – Berpirsê payebilind ê Hamasê Alî Baraka derbarê operasyona Tofana Eqsayê ya li dijî Îsraîlê de wiha got; ew du sal in bi dizî amadekariya operasyonê kirine.
Alî Baraka ku ji Memri Report TV re axivî, derbarê Tofana Aksayê de ev agahî dan:
Hevalbend û aliyên nêzîk ji planan haydar nebûne û hejmareke bisînor ji kesên di serkirdayetiyê de ji planan haydar bûn.
Piştî nîv saetê ji destpêkirina Tofana Eqsayê, bi hemû aliyên berxwedanê yên Filistînê yên wekî Hizbullah û hevalbendên me yên li Îranê re têkilî danî.
Tirk jî agahdar bûn, heta Rûsan jî peyam şandin
Tirk jî hatin agahdarkirin û piştî 3 saetan saet di 09.00an de bi wan re hevdîtin pêk hat. Ji ber vê yekê me her kesê ku bi me re têkilî danî agahdar kir.
Hetta Rûsan jî peyam şandin, rewş pirsîn û li ser armancên şer hatin agahdarkirin.
"Sempatiya Rûsya li ser me heye"
Sempatiya Rûsya li ser me heye û ji tevlîbûna Amerîkayê ya di vî şerî de sûd werdigire. Ji ber ku rewşa heyî zextên Amerîkayê yên li ser şerê Ukraynayê sivik dike.
Lîsansa hilberîna guleyan ji bo Kalaşnîkovan li herêmê a Hamas ji Rûsyayê heye.
Divê her peymanek pevguhertinê hebên Hamasê yên li Ewropa û Dewletên Yekbûyî bigire nav xwe. Girtî li cihên ewle tên ragirtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin