Fermanberên Kurdistanê mûçeyên xwe distînin

Fermanberên Kurdistanê mûçeyên xwe distînin

PeyamaKurd - Ji aliyê rêveberiya Bexdayê hat ragihandin ku di nav pereyê şandine Herêma Kurdistanê de meaşê Pêşmerge jî heye.

Rêveberiya Bexdayê ragihand ku di nav pereyê şandine Herêma Kurdistanê de meaşê Pêşmerge jî heye.

Li gor daxuyaniya Serokwezîriyê ya ku li qenala televizyona resmî ya Iraqê de belav bû, meaşên memûran hatine şandin û yê Pêşmerge jî di navê de ye.

Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê jî ragihandibû ku Banka Navendî ya Iraqê ji bo meaşên memûrên Kurdistanê 260 milyon dolar şand.

Di daxuyaniyê de hatibû diyarkirin ku dê pereyê şandin li memûrên Tenduristî, Perwerde, Şaredarî, Wezareta Navxweyî, Daîreya Nifûsê û wek din li malbatên şehîdan û mehkûmên siyasî were belavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin