PeyamaKurd - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku niha dibin dagirkeriya Tirkiyê û komên çekdar de ye du welatiyên kurd ji hatin revandin.
Çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê ji bo berdana wan daxwaza dirav dikin.
Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê, ragihand ku çekdarên opozîsyona Sûriyê li gundê Mabeta yê Efrînê du welatiyên kurd revandin.
Li gorî agahiyên wê rêxistina sivîl, çekdaran li hember berdana wan kurdan daxwaza dirav dikin.
Tirkiye 18ê Adara 2018an ketibû bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê û bi hezaran kurd ji cih û warên xwe hatibûn koçberkirin.
Ji destpêka dagîrkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê ve, heta niha bi sedan welatiyên kurd hatine revandin, kuştin û îşkencekirin. Kesên li ser malên xwe mane jî her roj rastî zextên çekdarên bi ser Tirkiyê ve tên.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin