PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de 24 kes ji ber vîrûsa Koronayê mirine û 589 kesên din jî pê ketine.
Di daxuyaniya îro 11ê Cotmehê ya Wezareta Tenduristiyê de hat ragihandin, di 24 demjimêrên borî de 24 kesan can daye, 589 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 336 pêketiyên Koronayê jî baş bûne.
Amarên giştî li seranserê Herêma Kurdistanê wiha ne:
Pêketin: 55745 (Hewlêr: 20405, Silêmanî: 17996, Duhok: 15357, Helebce: 1987)
Mirin: 1992 (Hewlêr: 603, Silêmanî: 1011, Duhok: 328, Helebce: 50)
Başbûn: 34880 (Hewlêr: 15463, Silêmanî: 10722, Duhok: 6821, Helebce: 1874)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin