Li Semsûrê erdhej

Li Semsûrê erdhej

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li herêma Çilikan a navçeya Semsûrê, bi hêza 3.3 erdhejekê rû da.

Enstîtuya Lêkolînên Erdhejan a Kandîlliyê ya Tirkiyeyê, bi daxuyaniyekê ragihand ku li herêma Çilikan a navçeya Semsûrê, di demjimêr 22.07ê şeva çûyî erdhejekê rû daye.

Kandîlliyê da zanîn ku kûrahiya erdhejê heta 1.8 kîlometreyan hatiye pîvan.

Li gor Enstîtûya Kandîlliyê erdhej bi hêza 3.3 bû ye û ji ber lerzê welatiyan heta demekê malên xwe terikandine.

Li bakurê Kurdistanê bi taybetî li herêma Semsûr, Dîlok, Mereş, Çewlig, Elezîz û Dêrsimê, gellek caran erdhej rû didin.

Pisporên erdhejan her hişyarî didin ku li van bajaran û bi taybetî li Dêrsimê wê erdhejeke bi hêz rû bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin