Li Sirnexê kana komirê hilwesiya

Li Sirnexê kana komirê hilwesiya

PeyamaKurd – Li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, îro kana ku komir jê dihat derxistin hilweşiya û du kesên ku li wê kanayê kar dikirin di bin komira hilweşiyayî de man û yek ji wan bi birîndarî hat rizgarkirin.

Zanyarî destnîşan dikin, îro li bajarokê Bêspîn ê girêdayî Silopiyê ve, kaneke komirê hilweşiya.

Li gor zanyariyên destpêkê, du kesên ku li wê kanayê kar dikirin di bin komira hilweşiyayî de man û yek ji wan bi birîndarî hat rizgarkirin.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huseyîn Kaçmaz li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir, navê hemwelatiyê di bin komirê de maye Îbrahîm Aşkin e.

Kaçmaz daye zanîn, karkerê din ê ji bin komirê hatiye derxistin, bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Xebat û lêgerînên ji bo derxistina Îbrahîm Aşkin ji bin komirê hilweşiyayî berdewam in. <

>
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin