PeyamaKurd - Di demeke ku bi navbeynkariya Qeter û Misirê, li Qahîreyê danûstandinên ji bo ragihandina agirbesta Xezzeyê ya navbera Îsraîl û Hemasê û pevguhertina dîlên Îsraîlî û girtiyên Filistînî didome de, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu destnîşan kir ku lihevkirina ji bo agirbest û pevguhertina dîl û girtiyan pêk bê ya na; ew ê teqez operasyona leşkerî ya herêma Refahê pêk bînin.
Netanyahu, di daxuyaniya xwe ya îro de got: "Bêyî ku lihevkirina bi Hamasê re agirbest û pevguhertina girtiyan bi encam bibe, ee ê hêrişî Refahê bikin."
"Rawestandina şer ne pêkan e"
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu Hemasê ji bo mayîndebûna dewleta Îsraîlê, wek maka herî xeternak destnîşan kir û wiha domand:
"Bi agirbest û pevguhertina dîl û girtiyan a bi Hamasê re yan jî bêyî wê, artêşa Îsraîlê ji bo Hemasê tune bike wê bikeve Refahê. Heta em negihîjin armancên xwe rawestandina şer ne pêkan e."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin