PeyamaKurd - Hat ragihandin ku agir bi xaniyekî li bajarê Indianapolis a eyaleta Indiana ya Amerîkayê ketiye û di şewatê de 4 ji wan zarok 6 kesan can daye.
Polîsê eyaletê Tony Slocum ragihand, xaniyê ku agir pê ketiye 115 kîlomtr dûrî navenda bajêr e û ji 8 kesên di hûndirê xanî de, 2 kesên temen mezin bi birîndarî rizgar bûne û ew bo nexweşxaneyê hatine veguhestin.
Hat zanîn, yek ji miriyan bebek e û qûrbaniyên zarok ên din jî temenê wan ji 10 salan piçûktir e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin