Li Diyarbekirê erdhej çêbû

Li Diyarbekirê erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li gor daneyên AFADê li navçeya Dîcleya Diyarbekirê erdhejeke bi lerza 4an pêk hat. Erdheja ku di saet 06.04an de pêk hat, bi kûrahiya 7 kîlometreyan pêk hat.

Ji aliyê din ve piştî du erdhejên mezin ên roja Duşemê 6ê Sibatê li Mereşê, zêdetirî 7 hezar erdhejên dimdar li herêmê qewimîn. Erdhejên bi pileya 4, 5 û 6 li 10 parêzgehan berdewam dikin.

Li Diyarbekirê di erdhejên mezin de 7 avahî hilweşiyan, 414 kesan jiyana xwe ji dest dan û 912 kes jî birîndar bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin