5 kes ji ber sewata li Soranê ku 14 kes miribûn hatin desteserkirin

5 kes ji ber sewata li Soranê ku 14 kes miribûn hatin desteserkirin

PeyamaKurd - Qaymeqamê Soranê Receb Zubêr da daxuyand ku li ser şewata li Soranê 5 kes hatine desteserkirin.

8ê vê mehê saet 20:15an agir bi avahiyeke li ser rêya Soran û Çomanê ketibû û 14 kesan canê xwe ji dest dabû.

Wezareta Karên Navxwe ya Herêma Kurdistanê ji bo lêkolîna bûyerê lijneyek pêywirdar kir.

Qaymeqamê Soranê Receb Zubêr da zanîn ku vê lijneyê li cihê bûyerê lêkolîn kirine û wan civînek jî kiriye.

Receb Zubêr destnîşan kir ku dê lijne guh bide şahidan û dê piştî vê rapora xwe pêşkêşî Wezareta Karên Navxwe û Îdareya Serbixwe ya Soranê bike.

Receb Zubêr herwiha da zanîn, heta niha 5 kes hatine desteserkirin ku yek ji wan xwediyê avahiyê ye, yek ji wan jî xwediyê atolyeya kanepeyan a li avahiyê ye.

Şewata li Soranê dawî li jiyana 14 kesan anî û 7 kes jî bi birîndarî ji vê karesatê filitîn.

Di vê şewatê de 6 kesên ji Îraqê, 3 kesên ji Rojhilatê Kurdistanê, 2 hevjînên ji Soranê û 3 kesên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin