PeyamaKurd- Nûnerê Enstîtuya Lêkolînên Rojhilata Navîn yê Rûsyayê Nicolas Dimitrevic bo K24 ê ragihandiye ku Kurdistan bo Iraq û temamê herêmê mînak e. Dimitrevic dibêje ku Iraq di dîrokê de ew arîşeyên wan ku gihane hev, îro derdê wan dikşîne û weha dewam dike:
“ Iraq ji berê de, di nava kaosê de ye. Tiştên ku niha li Iraqê tên jiyandin, teqîna pirsgirêkên ku berê gihîştine hev in. Ewlekariya siyasî û ya asayîşa ku Kurdistan tê de ye, bo temamê herêmê mînak e.” Dimitrevic di dewama axaftina xwe de pesnê Kurdistanê bi erênî da û weha dewam kir:
“Em gelek caran seredana Iraqê dikin. Bi Kurdistanê re têkiliyên me yên xurt hene. Kurdistan di rêya geşepêdanê de dimeşe. Em hêvî dikin ku Kurdistan şertên xwe yên ewlekariyê û îstîqrarê ya niha biparêze. Hêviya me parastina bidestkeftiyên Kurdistanê ne. Niha Kurdistan ji aliyê rêvebirî, aborî û asayîşê de, bo temamê Iraqê û herêmê mînakekiye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin