PeyamaKurd – Muzeya Netewî ya Barzanî bi merasîmeke fermî bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî tê vekirin.
Li gor zanyariyan, merasîma vekirina Muzexaneya Niştimanî ya Barzanî bi serpereştiya Serok Barzanî û bi beşdariya gelek serkirde û dîplomatên Kurdistan, Iraq û welatên biyanî birêve çû.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî bi cil û bergên xwe yên Kurdistanî beşdarî merasîmê dibin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî do di daxuyaniyekê de got: "Muzeya Neteweyî ya Barzanî vedibêje ku parçeyek ji dîroka gelê me ji ku dest pê kiriye û îro gihîştiye ku derê."
Serokwezîr got: Barzan di 100 salên borî de herî kêm 16 caran hatiye wêrankirin û bi erdê re hatiye kavilkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin