Romanyayê, nota da Rusyayê!

Romanyayê, nota da Rusyayê!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê hikûmeta Romanyayê hatin ragihandin, rayedarên Romanyayê, piştî ku parçeyên balafireke bêmirov ku tê texmînkirin aîdî Rusyayê ye û li ser xaka wan haibû dîtin, duh bangî Karmendê Karûbarên Rusyayê yê Bukraşê kir.

Hat diyarkirin ku Wezareta Karên Derve ya Romanyayê piştî ku duh li aliyê Romanyayê ve li ser sînorê Romanya-Ukraynayê parçeyên balafireke bêmirov ku tê texmînkirin aîdî Rusyayê ye, ket nav liv û tevgerê.

Di nûçeyên ku di çapemeniya Romanyayê de cih girtin de hat gotin ku Karmendê Karûbar ê Rusyayê yê Bukreşê ji ber parçeyên balafirên bêmirov ji bo wezaretê hatiye vexwendin û bi hinceta ku Rusyayê asîmanê Romanî binpê kiriye, nota ji bo Karmendê Karûbarê Rusyayê hatiye dayîn.

Serokomarê Romanyayê Klaus Iohannis duh di daxuyaniya xwe ya duh de ragihandibû ku parçeyên balafirê binpêkirina qada asîmanî ya Romanyayê nîşan dide û ev yek nayê qebûlkirin û diyar kiribû ku di vê hefteyê de cara duyemîn balafireke bêmirov a Rusyayê li axa Romanyayê ketiye.
 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin