Norweç û Misir wê di ser Îtalya de enerjiyê îxracê Awrûpa bikin

Norweç û Misir wê di ser Îtalya de enerjiyê îxracê Awrûpa bikin

PeyamaKurd – Norweç û Misir li hev kirin ku enerjiyê di ser Îtalya de bişînin Awrûpayê. Şîrketa Misrê ya elektrîkê û şîrketa Norweçê ya bi navê Scatecê, elektrîka ku ji nûh de dikarin biafirînin, wê di ser Îtalya de bişînin welatên Awrûpayê. Her dû şîrket zebta lihevkirinê îmze kirin.

Li gor ragihandina serokwezîrtiya Misrê; nûnerên her dû şîrketan bi amadebûna serokwezîrê Misrê Mustafa Medbuli û wezîrê enerjiyê yê Misrê Muhammed Şakir zebtê îmze kirin.

Hat ragihandin ku her dû şîrket di çareçova peymana Misrê ya bi Yekîtiya Awrûpa re peymanê îmze kirine. Bi peymanê re Misir dixwaze bibe navendekî enerjiyê ya herêmê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin