PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Rêveberê Bendava Duhokê û çend endezyar bi tevahî 5 kes di nav asansora Bendava Duhokê de asê man.
Li gor zanyariyên ku ji Rêveberê Bendava Duhokê Ferhad Mihemed medya Kurdistanê re şandine, ew ji ber xirabûna asansorê 55 metre di bin erdê de asê mane û tîmên Berevaniya Şaristanî hewl didin wan rizgar bikin.
Hatiye diyarkirin ku ji ber qutbûna kabloyên asansorê, ew pênc kes asê mane û tîmên Berevaniya Şaristanî dixebitin ku wan rizgar bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin