Îran | Di 2022yan de 5 jê zarok 565 kes hatin îdam kirin

Îran | Di 2022yan de 5 jê zarok 565 kes hatin îdam kirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rejîma Îranê tenê di nav sala 2022yan de, herî kêm 565 kesên cezayê îdamê li ser wan hatiye sepandin înfaz kirine.

Li gorî rapora Ajansa Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ji destpêka sala 2022yan heta niha herî kêm 565 girtî li Îranê ji aliyê rejîmê ve hatine îdamkirin.

HRANAyê daye xuyakirin ku ji sedî 65ê wan kesên hatine înfazkirin jî bi awayekî veşartî û bêyî agahdariya malbatên wan hatine înfazkirin.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku di sala 2022yan de, rêjeya darvekirinan li Îranê ji sedî 88 li gor salên borî zêde bûye.

Herwiha hatiye eşkere kirin ku 5 zarokê temenê wan di bin 18 saliyê de jî hatine bidarvekirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin