Trump ji TikTokê re çav skand: Facebook dijminê gel e

Trump ji TikTokê re çav skand: Facebook dijminê gel e

PeyamaKurd - Donald Trump hewldana Kongreya DYAyê ya ji bo derxistina yasaya firotina TikTokê rexne kir û Facebookê bi “dijmintiya gel” tawanbar kir.

Serokê Berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump ku di 2020î de dema serok bû hewl da ku TikTokê qedexe bike, duh ji televîzyona NBC re got: "Eger TikTok tunebe, Facebook mezin dibe û di çavên min de Facebook dijminê gel e."

Kongreya DYAyê hewl dide ku yasayeke ku kompaniya Çînî ByteDance ku xwediyê TikTokê ye bêçar bike da ku heta 30yê Îlonê sepanê bifroşe derxe.

Serokê DYAyê Joe Biden ragihand ku eger ew yasa ji aliyê Kongreyê ve bihê pesendkirin, ew ê yasayê îmze bike.

Trump ku wê di hilbijartinên serokomariyê yên îsal de bibe berbijêrê Partiya Komarparêz, di derbarê ewlehiya sepana TikTokê de wiha got: “Taybetiyên wê yên baş jî; yên xerav jî hene. Gelek kesên ku ji TikTokê hez dikin hene. Gellek zarok hene ku bêyî TikTokê dîn dibin."

Trump diyar kir ku ew ji kesên ku TikTokê wek xeteriyeke ewlehiya neteweyî dibînin têdigihîje û got: “Facebook jî ji bo DYAyê xeter e. Bi raya min Facebook, ji bo welatê me pir ziyandar e, nemaze dema ku mijar dibe hilbijartin."

Piştî vê axaftina Trump, nirxê lotimên bazarê yê kompaniya Metayê ku xwediyê Facebookê ye ji sedî 4 kêm bû.

Li DYAyê, beriya hilbijartinên serokiyê yên meha Mijdarê, berê tîrên rexneyan vegeriyane ser kompaniyên medyaya civakî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin