Bitcoin bû pereyê fermî yê dewletê

Bitcoin bû pereyê fermî yê dewletê

PeyamaKurd – Welatê El Salvadorê ku yekem welatê pereyê krîpto Bitcoin bi awayekî yasayî nas kiriye, îro 7ê Îlonê bi fermî ew pere xist pratîkê ku ji aliyê welatiyan ve were bikaranîn.

Hikûmeta El Salvadorê ji bo Bitcoinê sepana cuzdanê çêkiriye ku welatî wê dadixin ser telefonên xwe û bi wî awayî êdî dikarin hemû danûstandinên xwe bi Bitcoinê bikin.

Li gorî nûçeya BBCyê hikûmeta El Salvadorê ji bo her cuzdana Bitcoin a welatiyan jî bi nirxê 30 dolaran pereyê krîpto wek diyarî xistiye nav.

Her çiqas di cîhana pereyên krîpto de ev gava El Salvadorê bûye sedema hêvîyên zêdetir bo qebûlkirina pereyên krîpto jî hemwelatiyên El Salvadorê ji ber nebûna îstiqrara di pereyên krîpto de fikarên xwe tînin ziman.

Hêjayî gotinê ye, El Salvador yek ji welatên herî xizan ê cîhanê ye û hewil dide bi vê pêngava yasayîkirina pereyên krîpto bazarê geş bike û aboriya xwe xurt bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin