PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro Yekşemê danê sibehê karkerekî kurd ji Rojavayê Kurdistanê, li Silêmaniyê ji ber gaza komirê jiyana xwe ji dest da û tenduristiya birayê wî jî xirab e.
Rêveberê Navenda Lezgîn a Silêmaniyê Saman Nadir ji medya Kurdistanê re ragihandiye: “Îro beriya nîvro tîmên me hatin agahdarkirin ku ew karker ji bo Silêmaniyê hatiye veguhestin û yek ji wan canê xwe ji dest daye û rewşa birayê wî jî giran e."
Saman Nadir gotiye: “Her du bira ne Kurd in, di kargeheke qûmê de li Derbendîxanê dixebitîn û şeva borî di odeya xwe ya razanê de li ber sobeya gaza komirê bêhna wan çikiyaye û ketine.”
Rêveberê Navenda Lezgîn a Silêmaniyê gotiye: “Ji her du birayan ê bi navê Ehmed Ebdulfetah (22) di odeya xwe de jiyana xwe ji dest da û birayê din ê bi navê Saad Ebdulfetah (24) jî rakirin nexweşxaneya bajarê Silêmaniyê.”
Hat zanîn ku Sead niha giran e û li nexweşxaneyê oksîjenê werdigire. Cenazeyê birayê wî jî piştî lêkolînên dadweriya pizîşkî wê radestî malbatê bê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin