PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî û konsûlê giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê Rob Waller civiyan di civînê de, konsûlê Amerîkayê xwest Hewlêr û Nasville bibin bajarên destexwişkên hev.
Serbajarê Nashville yê eyaleta Tenessee ya Amerîkayê, rêjeyeke zêde ya niştecihên Kurd vedihewîne ku wekî Kurdistana piçûk jî tê naskirin.

Parêzgariya Hewlêrê ragihand, îro parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî bi rêya vîdeo konferansê bi konsolê giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê, Rob Waller re civiya.
Li gorî agahiyan, di civînê de behsa rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Kurdistan û Amerîka bi taybet rewşa Hewlêra paytext hat kirin.
Di civînê de konsûlê giştî yê Amerîka got ku ew hewl dide çend şîrketên mezin yên Amerîkî bîne Herêma Kurdistanê da ku li Hewlêr û bajarên din pirojeyan pêk bînin.
Dplomatê Amerîkî ji bo bihêzkirina pêwendiyên Kurdistan û Amerîka pêşniyar kir ku bajarê Hewlêrê û bajarê Nashville yê Amerîka bibin destexwişkên hev.
Konsûlê giştî yê Amerîkayê behsa çêkirina avahiya konsûlxaneya Amerîka jî kir û ragihand, heta niha %30 xilas bûye û karkirin tê de didome.
Parêzgarê Hewlêrê Sofî jî kêfxweşiya xwe ji bo pêşniyar û hevkariya Rob Waller nîşan da û ragihand, ew kêfxweş dibin ku Hewlêr û Nashville bibin destexwişkên hev. Ji ber ku ew, pêngaveke mezin e ji bo pêşxistina dostanî û bihêzkirina pêwendiyên Kurdistan û Amerîka.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin