PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê, îro 23yê Mijdarê êvarê erdhejeke mezin rû da.
Serokatiya Rewşên Lezgîn û Karesatan a Tirkiyeyê (AFAD) li ser malpera xwe ya fermî belav kir ku li bajarê Semsûrê navenda wê navçeya Sincikê erdhejeke bi pileya 5.3 çêbû.
AFADê ragihand ku erdhej li demjimêr 17:46 xulekan di kûrahiya 6.1 km binê erdê de rû daye.
Piştî erdhejê li bajarê Semsûrê ku di erdheja 6ê Sibatê de wêran bûbû, xelk derkete derveyî malên xwe û tirseke mezin peyda bû.
Hate zanîn ku erdhejê bandor li bajarên derdorê jî kiriye. Heta niha derbarê ziyanên erdhejê de ti nûçe û agahî belav nebûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin