Ji Weqfa Mezopotamya kovara ‘Folklora Me’

Ji Weqfa Mezopotamya kovara ‘Folklora Me’

PeyamaKurd - Weqfa Mezopotamya ku li bajarê Amedê kar û barên xwe dike, bi navê “Folklora Me” kovarek derxist.

Kovarê bi dirûşma “Zargotin pişt e, folklor her tişt e” roja Newrozê dest bi weşana xwe kir.

“Folklora Me” xwerû li ser kar û barê folklora kurdan hatiye amadekirin û cih dide hemû mijarên folklorê. 

Desteya weşanê ya Folklora Me ji 6 kesan pêk tê û Prof. Dr. Celîlê Celîl ku nivîskar û dîroknasê naskirî yê Kurd e jî di desteya wêşanê de cih digire. 

Dê kovar sê mehan carekê derkeve û hejmara demsala biharê roja Newrozê bi peyama, “Çaxê we bi xêr” derket pêşberî xwendevanên xwe.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin