PeyamaKurd- Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê, 63 fezleke şandin Serokatiya Meclisa Tirkiyeyê. Hat ragihandin ku ji van fezlekeyan, 32 jê ji bo parlamenterên HDPê hatine amadekirin.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, di van fezlekeyên ji bo serokatiya meclisê hatin şandin de yên ji bo parlamenterên HDPê hatine amadekirin hene û daxwaz ji meclisê hatiye kirin ku parêzbendiya wan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve were rakirin.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku ji bo parlamenterên HDP'ê yên Wanê Sezai Temellî û Muazzez Orhan Işik her yek 4 fezleke, ji bo Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel û Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran her yek 3 fezleke û ji bo Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Parlamentera Diyarbekirê Salîhe Aydenîz de jî 4 fezleke hatine amadekirin.
Her wiha hat diyarkirin ku di nav van dosyeyan de ji bo Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî bi îdiaya "Heqaret li Serokomar kiriye" dosyeyek û ji bo Serokê Giştî yê Partiya Serkeftinê Ûmît Ozdag jî dosyeyek hatiye amadekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin