PeyamaKurd – Hat ragihandin ku seydayê Kurd ê netewperwer Mele Nureddîn Yekta ku li Almanyayê dimîne, dema hatiye Tirkiyê li balafirgehê hatiye binçavkirin û piştre ew derxistine pêşberî dadgehê.
Li gorî zanyariyan Seyda Mele Nureddîn Yekta pêr dema hatiye Tirkiyê li Balafirxaneya Sabiha Gokçen a Stenbolê ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin û piştre bi rêya SEGBIS ango platforma deng û dîmenî derxistine pêşberî dadgehê.
Hat zanîn ku piştî îfadeya dozgeriyê, Mele Nureddîn bi şertê kontrola edlî hatiye berdan û qedexeya derketina derveyî welat bo wî hatiye dayîn ku dê dadgehkirina wî berdewam be û mehê du caran jî îmzeyê bide.
Seyda li ser Facebookê derbarê binçavkirina xwe de ragihand ku ji ber wergerên çewt ên berhem û nivîsên wî bi hinceta propagandaya terorê doz lê hatiye vekirin û hatiye binçavkirin.
Seyda li ser proseya binçavkirinê li ser rûpela xwe wiha nivîsand:
"Rojbaş gelî xûşk û bira Ji vir şûnva ezê berhemên xwe bi kurdî û tirkî parvebikim, lewra hin bê şeref berhemên min kopî dikin, şaş werdigerînin û şikayet dikin! Duh ji boy vê min derdest kirin û doz li min vekirin. Berhemên sawcî dixwend qet yek yên min nebûn an çewt wergerandibûn an jî yên xelkê bûn.
Niha doz li min vekirin û Nikarim ji Turkiyê derkevim!"
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin