PeyamaKurd – Rejîma Îranê zozanên Berbizîn û şeş gundên geliyê Zerê yên nahiya Sîdekanê li parêzgeha Hewlêrê topbaran kir.
Hat zanîn ku îro 11 roj in bi berdewamî zozanên Berbizîn û gundên ser bi Nahiya Sîdekanê, ji aliyê topxaneya Îranê ve tên topbarankirin.
Supaya Pasdarên Îranê jî roja 28ê Îlona borî bi rêya 73 moşekan û bi dehan dronan êrîşî çend navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê kir û di encamê de 18 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin