YNK li sûna Qubad Talebanî kesekî din datîne

YNK li sûna Qubad Talebanî  kesekî din datîne

PeyamaKurd - Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryar da li şûna Qubad Talebanî, ku di hilbijartinan de bibû endamê parlementoya Kurdistanê, kesekî din bişîne parlementoyê.

Di hilbijartinên 30ê Îlona par de, cîgirê serokê hikûmeta Kurdistanê Qubad Talebanî wek serokê lîsteya YNKê bibû yek ji namzedên YNKê. Qubad Talebanî karîbû dengên pêwîst bîne û bibe endamê parlementerê.

Lê hatibû gotin ku Qubad Talebanî tenê bo zêdekirina dengên YNKê bûye namzed ji ber wê jî dê li şûna wî kesekî din derbasî parlementoyê bibe.

Ji ber wê jî malpera fermî ya YNKê ragihandiye, li ser daxwaza firaksyona YNKê li parlementoya Kurdistanê di civîna sibê ya parlementoya Kurdistanê de kesekî bi navê Rahî Rehber Îbrahîm dê sond bixwe û bikeve şûna Qubad Talebanî.

Di hilbijartinên Kurdistanê de YNKê 21 kursî bi dest anîbû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin