PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro 27ê Adarê roja Çarşemê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Brîtanya yê Iraqê Stephen Hitchen kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Brîtanyayê ragihand ku Nêçîrvan Barzanî û Stephen Hitchen di civînê de behsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê kirin.
Hate gotin: “Her du aliyan tekezî li ser girîngiya encamdana hilbijartinan kir û ji bo derbaskirina pirsgirêkan û hesasiyeta rewşê, çareserkirina pirsgirêk û nakokiyên di navbera aliyên siyasî de gotûbêj kirin.”
Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayê hevnêrin bûn ku divê pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê bi rêya diyalogê, li ser bingeha destûrê û parastina mafan bên çareserkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin