PeyamaKurd - Barcelona û Real Madrîd li Îspanyayê di Lîga Yekem a Fitbolê (La lîga) de derketin pêşberî hev, di hevrikiya ku wek “El Clasico” tê binavkirin de cara 238an derketin misabiqeyê. Barcelona bi 5-1 destkeftineke mezin bidestxist û Luiz Suarez bi 3 golan hattrick kir.
Li Îspanyayê di hefteya 10an a La Lîga de Barcelona di sehaya xwe de bi Real Madrîdê hatê pêşberî hev.
Barcelona di deqîqeya 11an de bi gola Coutinho 1-0 kete pêş.
Di deqîqeya 30 bi gola Luis Suarez ya ku ji penaltiyê avêt ferq derxistine 2ya: 2-0
Dewra ewil bi serdestiya Barcelonayê 2-0 bi dawî hat.
Real Madrîdê di deqîqeya 50 de bi Marcelo ferq daxiste 1ê: 2-1
Luis Suarez di deqîqeya 75an de cardin ferq derxiste 2yan: 3-1
Di deqîqeya 83an de Suarez gola xwe ya 3an avêt û li hember Real Madrîdê hattrick kir! 4-1
Barcelona di deqiqeya 87an de bi gola Vidal kire 5-1
Misabiqe bi serkeftina Barcelonayê 5-1 bi dawî hat
Barcelona bi vê encamê puanê xwe derxiste 21ê û pêşkêşiya xwe parast. Real Madrîd di 14 puanan de ma.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin