Pirtûka 'Mustefa Barzanî li Yekîtîya Sovyet' çap bû

Pirtûka 'Mustefa Barzanî li Yekîtîya Sovyet' çap bû

PeyamaKurd - Pirtûka Profesor Ezîzê Zîyo Bedirxan ya bi navê ”M. Mustefa Barzanî li Yekîtîya Sovyet”  ji Weşanxaneya DOZê derekt.

Rojnameger û nivîskarê kurd Têmûrê Xelîlê Murad, kitêba Profesor Ezîzê Zîyo Bedirxan ya bi navê ”Mela Mustefa Barzanî li Yekîtîya Sovyet” wergerande kurdiya kurmancî.

Di kitêbê de derheqê serdana Nemir Mela Mistefa Barzanî li Ozbêkistanê, Ermenîstanê, Azirbêycanê agahiyên balkêş hene. Herwiha derheqê mayîna wî ya demdirêj li Moskowayê, ku xanîyê lê maye îro bûye mûzêya ser navê wî û gelek zanyariyên nû pêşkêşî xwêneran dike.

Di pirtûkê de derbarê pêşmergeyên qehreman çendîn agahî, belge û dokumanên gelek giranbiha hene, ku çend salan bi rêberê kurdan Mustefa Barzaniyê Mezin ra tevayî li warên Yekîtîya Sovyet mane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin