Li Amerîka civîna Sûriyê tê lidarxistin: Rojava û serê Ûkrayna jî di rojevê de ne

Li Amerîka civîna Sûriyê tê lidarxistin: Rojava û serê Ûkrayna jî di rojevê de ne

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku sibe 3yê Adara 2022yan li Washingtonê bi beşdariya balyoz û rayedarên Amerîka, Tirkiye, Ewropa û welatên Ereb civîneke berfireh li ser rewşa Sûriyê tê lidarxistin.

Li gorî zanyariyên di nûçeya Şerqul Eswed de hatine belavkirin, Nûnerê Taybet ê Sûriyê Geir Pedersen di destpêka civînê de gotarekê li ser rewşa dawî ya Sûriyê pêşkeş dike.

Hatiye diyarkirin ku wê ji bilî rewşa giştî ya Sûriyê rewşa Rojavayê Kurdistanê û bandora şerê Ûkrayna-Rûsyayê li ser Sûriyê jî were gotûbêjkirin.

Tê gotin ku ev civîn bi mebesta ‘Dûrxistina Tirkiyê ji helwesta Rûsyayê’ tê lidarxistin ku Tirkiye di civînên Astanayê de ligel Rûsya û Îranê tevdigere.

Hatiye eşkerekirin ku çav li rê ye di civînê de mijarên; Heger şerê Ûkrayna dom bike, wê Rûsya bikare destwerdana xwe ya li Sûriyê bidomîne?, Çi li pêşiya kordînasyona Rûsya-Îsraîl ya li Sûriyê ye?, Gelo li rojhilatê Sûriyê ango li Rojavayê Kurdistanê, Rûsya û Amerîka dikarin rêkeftinekê pêk bînin?

Herwiha çavkaniyên Ewropî diyar kirine ku Rûsyayê di şerê Ûkraynayê de nîşan daye ku bê baregeha Hmeymim a Sûriyê ji bo wê çiqas girîng e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin