PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji qada berevaniya Herêma Kurdistanê hatin ragihandin, perwerdehiya Îtalyayê ya ji bo Hêzên Pêşmerge, di sala nû de dê car din dest pê bike.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Îtalyaya ku di şerê li dijî rêxistina terorîst a IŞÎDê de alîkariya lojîstîk û rahênanan pêşkêşî Hêzên Pêşmerge dikir, ji ber şewba Covid-19ê perwerdehî rawestandibû.
Berpirsê Pêwendiyên Wezareta Pêşmerge Osman Mihmed ragihand ku di sala nû de perwerdehiya Hêzên Pêşmerge yên ji aliyê Îtalyayê ve dê careke din dest pê bike.
Mihemed amaje bi wê yekê jî kir ku bi hatina Serokwezîra Îtalyayê ya Hewlêrê, tê çaverêkirin ku di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Îtalyayê de rêkeftineke ji bo têgihîştinê were destnîşankirin.
Îtalya, di nav wan welatan de ye ku di şerê li dijî IŞÎDê de Herêma Kurdistanê bi tenê nehiştiye. Hêzên leşkerî yên Îtalyayê, di mijarên cur be cur de bi taybetî di şêwazên şer ên nû de Hêzên Pêşmerge perwerde kiribû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin