PeyamaKurd- Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz, di civîneke serkirdeyên Almanyayê de axivî û li ser qeyrana enerjiyê da zanîn ku encax qeyranên aborî û enerjiyê, bi kûreyîbûnê derbas dibin.
Olaf Scholz, di Konferansa Ceribandinê ya Baden-Baden ku cara 150yan e tê kirin û gelek siyasetmedar, karsaz û kesayetên girîng ên Almanyayê tîne gel hev de axivî.
Scholz di axaftina xwe de bal kişand ser qeyrana enerjî û aboriyê û da zanîn ku encax ev xeternakî bi gavên mezinbûn û teknolojîk werin derbaskirin û divê aborî hîn bêhtir were kûreyîkirin.
Serokwezîrê Almanyayê bi berdewamî got,
“Ez wisa nafikirim ku em dest ji hemû tiştên ku bi salan e li hemû cîhanê dibin navbeynkariya aramî û pêşveçûnê berdin û tenê li ser xwe bifikirin.”
Ji ber şerê navbera Rusya û Ukraynayê, qeyrana enerjiyê li gelek welatên Ewropayê gihîştiye asta xeteriyê û yek ji van welatan jî Almanya ye ku stoqa wê ya gazê di asta herî kêm de ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin