PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê, li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê, 582 koçber desteser kirin.
Li gor Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê diyar kir, piraniya wan li navçeyên Beyoglu, Fatih û Eyupsultanê li parêzgeha Stenbolê bi tevahî 582 koçber hatin desteserkirin.
Hat ragihandin ku koçberên hatine desteserkirin 327 kes jê Efxanî, 140 Pakistanî, 24 Bangledeşî, 21 Sûrî û 70 jî ji welatên din in.
Herwiha hat eşkerekirin, koçberên hatine desteserkirin bi armanca dersînorkirinê radestî Navenda Paşdevegerandinê ya Tuzlayê hatine kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin