PeyamaKurd – Şahê Behreynê Hemed bin Îsa El Xelîfe ragihand ku êdî ti pirsgirêkên wan bi Îranê re nemane û pêwîste konferanseke aştiyê ji bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn bê lidarxistin.
Li gorî medya rûsî Şahê Behreynê, daye xuyakirin ku êdî ti sedemek tune ye asayîkirina pêwendiyên ligel Îranê ji aliyê welatên Erebî ve bê derengxistin.
Xelîfe diyar kiriye, wan ji bo lidarxistina Konferansa Aştiyê ya bo çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn jî yekem car serî li Rûsyayê daye û got: “Em dixwazin bi wan re (Îran) têkiliyên me yên normal ên dîplomatîk, bazirganî û çandî hebin”.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin