PeyamaKurd – Qedexeya 10 rojan a qismî ku doh 29ê Cotmehê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê ragihandibû, îro înê piştî nîvro dest pê kir.
Li gorî biryara Rêveberiya Xweser, wê qedexeya qismî ji îro 30 Cotmehê heta 8 Mijdarê berdewam bike.
Di çarçoveya qedxeyê de hemû bazarên mezin têne girtin lê dikan, market, fêkîfiroş û sewzefiroş heta demjimêr 3yê piştî nîvro vekirî dimînin.
Dîsa li gorî biryarê, nimêja roja Înê û merasîmên olî yê xirîstyanan yê roja Yekşemê têne qedexekirin û her cure civîn, konferans, aheng û danîna şînîyan tê qedexekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin