Joe Biden û Si Cinping wê li Endonezyayê bicivin

Joe Biden û Si Cinping wê li Endonezyayê bicivin

PeyamaKurd – Berdevka Koşka Sipî Karine Jean-Pierre bi nivîskî ragihand ku wê serokê Amerîkayê Joe Biden û serokê dewleta Çînê Şi Cinping, di 14 ê mijdarê de li Endonezayayê li Girava Baliyê, di çarçoveya zîrwa G20an de hevdîtin bikin. Jean-Pierre ragihand ku wê axaftin di navbera her dû lîderan, ji bo dewama parastina torên danûsitendinan û kûrkirina wan be, îdarekirina reqabeta navbera her dû dewletan, xebata hevpar ya li gor berjewendiyên her dû welatan û ji bo çareserkirina mijarên ku bandorê li civaka navdewletî dikin, be.

Rêvebirekî dinê yê pêwendîdar yê Koşka Sipî ku nexwestiye navê wî aşkera bibe, gotiye ku di hevdîtinê de wê Biden endîşeyên xwe yên ji bo Buhira Taywanê, îhlalên mafên mirovan û xebatên bi zerar yên darayî yên Çînê bîne ser ziman. Mijara şerê Rusya û Ukrayna wê mijareka dinê ya axaftinê be.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin