PeyamaKurd – Berdevka Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova îdia kir ku di tabûra Azov a Ukraynayê de, leşkerên bi pere ên Îsraîlî, li hemberî Rûsyayê şer dikin.
Zaharova di derbarê rageşiya dawî ya bi Îsraîlê re daxuyanî da û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku siyasetmedarên Îsraîlî kampanyayên enformasyonê mezin dikin û got: “Ez ê tiştekî ku ew naxwazin bibihîzin ji we re bibêjim, belkî bala wan bikşîne. Li Ukraynayê leşkerên bi pere, mil bi mil bi milîtanên Azovê re ne.”
Herwiha amaje kir ku Îsraîl ji vê agahdar e û got, wê bi xwe li ser vê mijarê wêne, vîdyo û materyalên din dîtiye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin