PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Brîtanyayê ji ber fikar û metirsiyên li ser aloziya Ûkrayna-Rûsyayê vîzeya zêrîn a bo karsaz û sermayedarên biyanî hatibû dayîn rawestand.
Wezareta Navxwe ya Brîtanyayê ragihand ku ji ber sedema fikar û metirsiyên derheqê Rûsyayê de, vîzeya zêrîn a bo karsaz û veberhênerên biyanî bo Brîtanyayê hatiye rawestandin.
Li gorî nûçeyê ji ber suîstimalan û kesên navê wan bi gendeliyê re derbas dibe ku bi rêyên nerewa bûne xwedî sermaye û metirsiyên ewlehiyê çêdikin ew biryar hatiye wergirtin.
Herwiha hatiye gotin ku ji bo rê li ber sûîstimalan bê girtin, Vîzeya Tier 1 a Veberhênan ligel xebatên berdewam ên çaksaziyan hatiye rawestandin.
Li gorî yasayên Brîtanyayê kesên xwedî vîzeya zêrîn bilez destûra wan a îqameya Brîtanyayê dihat dayîn ku ji bo serlêdana wê vîzeyê jî veberhênana bi qasî 2 milyon sterlînan dihat xwestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin