Li 7 deverên Japonê rewsa awarte hat ragihandin û 1 trîlyon dolar...

Li 7 deverên Japonê rewsa awarte hat ragihandin û 1 trîlyon dolar...

PeyamaKurd – Serokwezîrê Japonê Şinzo Abe ragihand ku bi sedema bergiriyên bo vîrusa koronayê li 7 herêman rewşa awarte hatiye ragihandin.

Abe got, “Hikumeta wî dihizire ku heger vîrus li seranserê welat belav bibe dê bandoreke neyînî li ser dahat û debara hemwelatiyan û aboriya welêt çêbike, ji ber wê jî min biryar da rewşa awarte ragihînim.”

Herêmên rewşa awarte hatiye ragihandin; Tokyo, Kanagawa, Saitama, Chiba, Osaka, Hyogo û Fukuoka ne.

Li Japonê heta îro nêzî 4 hezar kes tûşî Covid-19 bûne, lê ti haleteke mirinê nehatiye tomarkirin.

Herwiha Japonê 1 trîlyon dolar jî bo rûbirûbûna vîrusa korona Covid-19 terxan kir.

 Li seranser dinyayê hejmara tûşbûyên Covid-19 milyonek û 356 hezar kesan derbas kiriye û 75 hezar 762 kes jî li gorî saet 13:00ê îro 6ê Nîsanê pê can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin