Îranê gef li Ukraynayê xwar!

Îranê gef li Ukraynayê xwar!

PeyamaKurd – Rêveberiya Tehranê berteka tund ji daxuyaniyên Serokê Ukraynayê Volodimir Zelenskiy yên derbarê firotina dronan bo Rûsyayê re nîşan da.

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî li ser daxuyaniyên Zelenskiy ên tawanbarkirina Îranê bi firotina dronan bo Rûsyayê û bikaranîna wan di şerê dijî Ukraynayê de got ku ew îdia bêbingeh in û bi gotinên, ‘Wê Îran heta dawiyê sebra wan îdiayan nekişîne’ gef li Ukraynayê xwar.

Kenanî herwiha diyar kir ku ew rêzê li yekparçebûna Ukraynayê digirin û divê Zelenskiy jî dersê ji aqûbeta lîderên ji Amerîkayê destekê distînin bistîne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin