Tenduristiya Kerkûkê: 4 nexwesên bi Covid-19ê ketibûn bas bûn

Tenduristiya Kerkûkê: 4 nexwesên bi Covid-19ê ketibûn bas bûn

PeyamaKurd - Rêveberiya tenduristiya Kerkûkê ragihand, çar kes ji wan kesên ku bi (Covid-19) nexweşiya koronayê ketibûn, baş bûne.

Berdevkê tenduristiya Kerkûkê, Saman Yabe got, di heyama çend rojên borî de heft kes li Kerkûkê bi virusa Covid-19ê ketibûn. Lê çar kes ji wan baş bûne û ji nexweşxaneyê derketine.

Saman Yabe herwiha got, sê nexweşên din li nexweşxanê di bin çavdêriya pizîşkî de ne û rewşa wan ber bi başbûnê ve diçe û da zanîn ku bi texmîna wî di demek nêzîk de dê bi temamî baş bibin.

Hatibû gotin ku sê kesên nexweş jî ji nexweşxanê derketine. Li ser vê mijarê berdevkê tenduristiya Kerkûkê got, ew nûçe rast nînin, ew her sê nexweş di bin çavdêriyê de ne û heya em ji başbûna nexweşan piştrast nebin, em wan bernadin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin